Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Pûtîn Wê di Mehekê de Cara Duyê Bicivin


Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li bajarê Soçî Rûsyayê bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin dicive.

Di civîna wan da pêkhatina nû ya şandina genimê Ukraynayê û piştevanîya Rûsyayê jibo êrîşeke nû ya Tirkîyê ya dijî Kurdên Sûrîyê wê di rojevê de be.

Hevdîtina Erdogan ya bi Putin re li havîngeha Soçî ya Deryaya Reş wê bibe cara duyê ku her du serok di mehekê de dicivin.

Çaverê ye ku bidawîkirina şerê li Ukrayna û destpêkirina şerekî nû li Sûrîyê wê mijara herî girîng ya danûstandinan be.

Serokê Tirkîyê piştî serketina dîplomatîk ya rêxistina jinûve şandina genimên Ukraynî li ser Deryaya Reş carkee din diçe Rûsya û di nav 17 rojan de cara duyê bi Pitin re biaxife.

Çavdêr bal dikşînin ku hîn alozî di navbera her du alîyan de hene û Putin meha borî li Tehranê ji Erdogan re gotibû ku Rûsya li dijî her êrîşeke nû ya li Sûrîyê ye.

Şirovekar bawer dikin ku ev alozî beşek ji "hevkarîya hevrikî" ye ku di van 20 salên borî da têkilîya her du rêberan dîyar dike.

Erdogan çend caran gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû li Sûriyê kirine, lê berjewendîyên Rûsya û Tirkîyê li Sûrîyê dijî hev in: Rûsya alîkarîya Serokê Sûrî Beşar Esad dike ku ji serhildana deh salan ya komên ku Tirkîye piştevanîya wan dike, rizgar bibe.

XS
SM
MD
LG