Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan di Salvegera 50'an ya Girtina Qibrisê de Serdana Beşa Tirk Dike


Erdogan li Qibris - Beşa Tirk
Erdogan li Qibris - Beşa Tirk

Erdogan serdana Qibrisê dike û dibêje yeyda danûstandinên bi çavdêrîya Netewên Yekbûyî tune ye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê di salvegera 50'an ya dagîrkirinê de serdana Qibris (Beşa Tirk) kir û ragihand ku ew ti sûdê ji berdewamkirina danûstandinên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de derbarê paşeroja çareseriya pirgirêka wê girava li derya naverast de nabînin.

Erdogan li "Komara Tirk ya Qibrisa Bakur" ku tenê ji aliyê Enqereyê ve tê naskirin de got, "Tu feydeya tu aliyekî nîne ku bêje 'Em muzakereyên salên berê ku me li Swîsre hişt bûn bidomînin."

Danûstandinên bi dehsalan yên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve têne piştgirî kirin heta niha nekarîne pisgirêka wê giravê çareser bikin û cardî bikin yek.

Gera dawî ya hevdîtinên aştiyê yên li Crans-Montana, Swîsre, di sala 2017 de têk çûbûn.

Di sala 2004 de, Qibrisa beşa Yunanistanê di referandumekê de plana yekkirina giravê ya bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî red kir.

Erdogan her wiha got, "Divê aliyê Tirkên Qibrisê bi aliyê Yunanî yên Qibrisê re li ser maseyê rûne... (Li ser vî esasî) em amade ne ku dest bi muzakereyan bikin û bigihin aştî û çareseriyeke mayînde."

Îro Beşek Qibrisê Xemgîne û Beşa Din Kêfxweş e

Sîrênên firînên firokeyan li esmanê paytexta Qibrisê ya etnîkî ya parçebûyî, Nicosia, sibeha roja Şemiyê deng veda, û xemgînî di nav Qibrisa Yunanî de serdest bû, dema ku Tirkên Qibrisê 50emîn salvegera dagirkirina Tirkiyê ya beşek ji giravê pîroz kirin.

Erdogan û Serokwezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis her yek ji wan li beşekeî girava perşekirî amade dibe, Erdogan li beşa Tirk û Kyriakos li beşa Yunanî yên rikeber de amad bûn gotar pêşekş kirin.

Di navbera du welatên endamên NATO’yê de, jiber Qibrisê gelek nakokî hene. Her çend di van demên dawî de têkiliyên navbera Tirkiye û Yunanîstanê baştir bûne, lê dîsan jî Qibris wekî xala nakokiyê dimîne.

Biryar e Erdogan li bakurê Nicosia - Nîqosya merasîmeke leşkerî bi minasebeta ku Tirkiye wek "pêvajoya aştî û azadiyê binav dike" bişopîne.

Û li beşa başûr, dêran bi xemgînî merasîmên bibîranîna miriyên serdema dagîrkirinê li dar xistin, hatîye plan kirin ku û Mitsotakis êvariya Şemiyê beşdarî çalakiya salane bibe ku Yunaniyên Qibrisê jê re dibêjin "Salvegera Reş".

XS
SM
MD
LG