Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bo Rêgirtina Serxwebûna Kurdan Seredana Îranê Dike


Serokê Îranê Hassan Rouhani û Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.
Serokê Îranê Hassan Rouhani û Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Çarşemê bi seredanekê giha Îranê, Erdogan li firîngeha Mehrabad ji aliyê Mohammad Shariatmadarî wezîrê pîşesazî û samanan ve hat pêşwazî kirin.

Mediya Îranê da zanîn ku, di seredana Erdogan de dê têkiliyên abûrî û bazirganî êne berfireh kirin, herwiha pirsgirêkên li Îraq û Sûriyê û referanduma herêma Kurdistana Îraqê di civînên hevbeş de êne gotûbêj kirin.

Seredana Erdogan bi armanca helwest wergitina hevbeşe li dij referendum û cûdaxwaziya Kurdên herêma Kurdistanê Îraqê û xûrt kirina têkiliyên bazirganî û abûrî.

Di civîneke hevbeş de, serokê Îranê Hassan Rouhanî û Erdogan axiftin kirin, di axiftina xwe de Rouhani got, Îran û Tirkiye qebûl nakin sînorên Cografî li herêmê bihên guhertin, herwiha Erdogan got ku, di seredanê de, têkiliyên abûrî û bazirganî di navbera Tirkiyê û Îranê de hatine xûrt kirin û çendîn peyman hatine îmze kirin, di axiftina xwe de Erdogan dîsan bi dirêjî li ser pirsa referanduma herêma Kurdistana Îraqê û bakurê Sûriyê axftin kirin.

Tirkiye û Îran dixwazin li gel hikûmeta Îraqê di hevkar bin û tedbîrên hevbeş li dij hewildana Kurdên Îraqê bo cûdabûnê werbigrin, bi aramnca rêgirtinê, hersê welat, Tirkiye, Îran û Îraq li ser sinorên herêma Kurdistanê manowirên leşkerî yên hevbeş encam didin, herwiha niyeta zêdekirina sizayên abûrî li ser herêma Kurdan di navbera hersê welatan de heye.

XS
SM
MD
LG