Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Armanca Serhildayan Şam E


Erdoğan
Erdoğan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Înê got ku ew hêvî dike ku serhildayên Sûrî pêşveçûna xwe ya dijî hêzên Serok Beşar Esad li Sûrîyê bê qeza û bela bidomînin.

Erdogan li Stenbolê piştî nimêja Înê ji rojnamevanan re got ku ew rewşa li Sûrîyê ji nêzve dişopîne û bi bawerîya wî armanca serhildayên Sûrî paytext Şam e.

"Wan heta niha Îdlîb, Hama û Hums girtine û helbet armanc Şam e. Pêşveçûna opozîsyonê didome. Em dixwazin ku ev pêşveçûn bê bê qeza û belayan bidome."

Erdogan, li ser mijara peywendîya bi Esad re jî got ku wî ser ji pêşnîyara xwe ya hevdîtinê ti bersîv negirtîye.

"Min ji wî re got 'Were em bi hevre siberoja Sûrîyê gotûbêj bikin'. Lê, Esad ti car bersîveke erênî neda," Erdogan got.

Tirkîye bi salan e piştgirîya hêzên opozisyona Sûrî dike, lê hinakên wek Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya Kurdan wej terorîst dibîne.

Tirkîyê ragihyand ku wezîrê derve Hakan Fîdan wê roja Şemîyê li Qatarê bi hevtayên xwe yên Rûsî û Îranî re bicive û şerê navxweyî yê Sûrîyê gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG