Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku wan li çavkanîyeke nû ya petrolê dîtiye.
Erdogan li Konya di mîtîngê de dîyar kir ku petrola li dora Cudî û Gabarê rojane nêzî 100,000 varîl e.
‘’Tirkîyê êdî ne hewcedarê enerjîyê ye, ewê enerjîyê bide bide derve.’’
Wî got ku ewê petrola li Şirnexê kêrî welêt û hemwelatîyan were û dîyar kir ku ew li bendê ne ku ji herêmê hin mizgînên din jî werin.
Serokomarê Tirkîyê ragihand ku wan ji bîra pêşî petrol derxistiye û biriye cîhê çêkirinê.
Li gor ragihandina Erdogan, ew petrola li Şirnexê dê ji 10 parên Tirkîyê rojane xerc dikin parekê hazir bike.