Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje, Ew Berevanîya Yekîtî û Serwerîya Axa Sûrîyê Dikin


Serokê Tirkiê Erdogan û Serokê Fransa Macron li Madrid.
Serokê Tirkiê Erdogan û Serokê Fransa Macron li Madrid.

Ofîsa Seroktîya Tirkîyê ji X’ê ragihand ku Serok Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê bi hevtayê xwe yê Fransî Emmanual Macron re axifîye.

Li gor ragihandina ofîsê, her du rêber ser peywendîyên Tirkîye û Fransa û mijarên herêmî û cîhanî peyivîne.

Wê ofîsê dîyar kir ku Erdogan gotiye ku divê ew berevanîya yekîtî û serwerîya axa Sûrîyê bikin.

Bi berdewamî, ofîsê ragihand ku Erdogan ji Macron re gotiye ew kêfxweş e ku Fransa biryar daye ku balyozxaneya xwe ya li Sûrîyê jinûve veke.

Erdogan dîyar kiriye ku jibo koçberên Sûrî yên li Tirkîyê vegerin welatê xwe xebat destpê kirine û gotiye ku jibo li Sûrîyê şertên domdar yên jîyanê çêbin û ew jinûve were ava kirin divê civaka navneteweyî hevkarîyê bike.

Şandeyeke Fransa doh Sêşemê serdana Şam ya paytext kiribû û li bajêr hin danûstandin kiribûn.

Tirkîyê balyozxaneya xwe ya li Şamê roja Şemîyê vekir û bi rêberên nû yên Şamê re di peywendîyê de ye.

Jêder: AFP, X

XS
SM
MD
LG