Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel roja Pêncşemê got ku wê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya pêş serdana partîya wan bike.
Ozel, ku li rêberê opozîsyona serekî ye, ji rojnamevanan re dîyar kir ku berdevkên wan yên taybet îro kom bûne û bi danûstandinên dawî wî biryar hatiye dayîn ku ew û Erdogan roja Sêşemê di saet 16:00 de bicivin.
Li ser pirseke derbarê şiklê rûniştinê, Ozel got ku du serokên partîyan çawa bi hev re rûdinin ewê wisa bi hev re rûnin.
Ozel 2’ê Gulanê li Navenda Giştî ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) serdana Erdogan kiribû.
Piştî serdana Ozel, Erdogan dîyar kiribû ku ewê jî serdana CHP’ê bike û gotibû ku ewê li welêt qonaxeke nerm destpê bike.
Danûstandinên her du rêberên li vê demê rast tên ku CHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi rêjeya dengên xwe cara pêşî AKP ya li desthilatê derbaz kiriye.
Ji alîyekî din ve, karbidestên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dîyar dikin ku li hember qayuman û binpêkirina hiqûqê bi tenê dengê Ozel û CHP’ê derdikeve.
Bajarvanê Mêrdînê Ahmet Turk piştî Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi qayum dest danî Şaredarîya Colemêrgê ya di destê DEM Partî de dîyar kir ku bi tenê gotin û helwestên Ozel û CHP li gor demokrasîyê ye.
Ozel roja Çarşemê serdana Emîne Şenyaşar kir û ji wê re got ku ewê gilî û gazincên wê yên ser binpêkirina hiqûqê ji zarê wê ji Erdogan re bêje.
Dema hilbijartinên giştî yên 2018'an li Sirûc ya Ruha li dikana Şenyaşaran, parlamanterê AKP’ê yê wê çaxê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî û Esved Şenyaşar û kurên wî ketin şeredevê û rewş di demeke kurt de veguherî pevçûneke çekdarî.
Di pevçûnê de birayê parlamenterê AKP’ê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz hate kuştin, Cemal Şenyaşar, Adil Şenyaşar û Fadil Şenyaşar jî tevî çend xizmên din yên parlamanter birîndar bûn.
Mala Şenyaşaran dîyar dike ku xizmên Yildiz, li nexweşxaneyê êrîş birine ser wan û Cemal Şenyaşar, Adil Şenyaşar û bavê wan Esved Şenyaşar li wir li pêş çavên Emîne Şenyaşar kuştine.
Jêder: ANKA, Ajansa Mezopotamya, NTV