Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Me Pirsgirêka Kurd Çareser Kiriye


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di gotarekê de pêş parlementa Tirkîyê behsa pirsgirêka Kurd kir û got ku pirsgirêka Kurd ji alîyê wan ve hatîye çareser kirin.

Parlementa Tirkîyê, anku Meclîsa Netewîya Mezin ya Tirkiyê (TBMM) do Înê bi merasîmekê vebû.

Di vekirina dewra sala zagonsazîyê ya meclîsê de serokomarê Tirkiyê Erdogan li ser guherandina zagona bingehîn û pirsgirêka Kurd rawestîya.

“Bi salane ku rêxistinên terorê jî têda ji alîyên gelek deveran ve tiştek hate îstîsmarkirin û bi navê ‘pirsgirêka Kurd’ pênase kirin. Ev mesele di warê maf û azadîyê de me çareser kir. Em bi dabeşbûnê mezin nabin, ji hev veqatinê bi hêz nabin. Me sozek dabû walatîyên xwe yê Dîyarbekirê û me sîyaseta red, înkar û asîmîlasyonê rakir," Erdogan anî zimên.

Erdogan bang li partîyên ku gruba wan li meclîsê heye kir ji bo guherandina zagona bingehîn.

Him ev bang û him jî gotinên Erdogan yê ser pirsgirêka Kurd ji Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu hate pirsîn.

Kiliçdaroglu pirsa li ser pirsgirêka Kurd bê bersîv hişt û derbarê banga gurendina zagona bingehîn bersîva Erdogan da.

“Ez bawer im ev bang ji bo xwe û ji bo şîrikê xwe MHP’ê ye. Jiber ku daxwaza me ji hev cûda ne. Ew sîstema serokomarîyê dixwazin, em sîstema parlementerîzmê ya bi hêz dixwazin. Di vî warî de ji xwe xebatê me li gel hevparê me dimeşe,” Kiliçdaroglu got.

Derbarê axaftinên Erdogan yên derheqê pirsgirêka Kurd ji Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Bûldan jî hate pirsîn.

Bûldan da dîyarkirin ku ewên li ser vê mijarê di civîna gruba xwe de bersîv bidin.

Di pêşîya Meclîsa Tirkiyê de gelek babet hene. Di nav van de pirsgirêka aborîyê cîhekî berfireh digire.

Bêtir agahî di raportên peyamnêrên me ji Enqere û Diyarbekirê de.

Raporta Eyyûp Demîr ji Enqerê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00
Raporta Hatice Kamer ji Diyarbekirê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00


XS
SM
MD
LG