Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biryara darxistina hilbijartinên serokomarî û parlamanterî ya di 14’ê Gulanê de îmza kir.
Erdogan bi preskonferansekê ragihand ku wî bi rêkên xala 116’an ya Qanûna Bingehîn dema hilbijartinê ji 18’ê Hezîranê vekişandiye 14’ê Gulanê.
Wî dîyar kir ku jiber dema ezmûnên zanîngehê, serdana hec û betlaneya dibistanan 18’ê Hezîranê ne demeke baş e û wan çêtir dîtiye ku hilbijartin 14’ê Gulanê çêbin.
Biryara ser dema hilbijartinê wê di Rojnameya Fermî ya dewleta Tirk de were weşandin û peyvajoya fermî ya hilbijartinan destpê bike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Erdogan berbijarê serokomarî yê Hevpeymanîya Gel e ku xencî partîya wî, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) du partîyên neteweperwer tê de cîh digirin.
Partîya Gel ya Komarî (CHP) û 5 partîyên din yên rikeberîyê jî di Hevpeymanîya Netew de ne û berbijarê wan yê serokomarîyê Serokê CHP4’ê Kemal Kiliçdaroglu ye.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi hin partîyên çep re di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de ye lê hîn ne dîyar e ewê berbijarek derxîne yan ne.
Jêder: NTV