Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Twitterê dîyar kir ku niha dem hatiye ku ew di gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê de serketina xwe ya di 14’ê Gulanê de mezintir bikin.
Erdogan ser hilbijartinên 14’ê Gulanê got ku ew hilbijartinên herî krîtîk yên Tirkîyê bûn û ew wek Hevpeymanîya Gel bi serbilindî serfiraz bûne.
‘’Tirkîye li benda me ye ku em xizmetê bikin, karan bikin. Miletê me li benda me ye ku em wan bigihînin armancên wan.’’
Erdogan got ku xwişk û birayên wan yên li herêma erdhejê li benda wan in ku birînên wan werin derman kirin.
Erdogan dîyar kir ku ew bawerîya xwe bi gel tîne û ewê di 28’ê Gulanê de, di gera duyê de bi ser kevin.
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê, Erdogan û berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kililçdaroglu man gera duyê.
Jêder: AKP, Twitter