Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneya nû got ku ewê bi îstiqrarî û bi bawerîya Sedsala Tirkîyê ava bikin.
‘’Bi awayê sîyasî yên di hilbijartinê de bi ser ketine dîyar in, lê dawîya dawî tevahîya Tirkîyê bi ser ket. Demokrasîyê Tirkan li dinê bilind bû asta referansdayînê.’’
Erdogan got ku bijareya sîyasî ya hemwelatîyan çi be jî di dawîyê de 85 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê bi ser ketine.
Erdogan got ku jibo wan mijara serekî yekîtîya welat, dewlet û gelê wan e.
Erdogan bi berdewamî got ku ew dixwazin Qanûna Bingehîn biguherînin û ewê vê daxwazî pêşkeşî parlamanê bikin.
Serokomarê Tirkîyê herwiha dîyar kir ku ewê li herêma erdhejê afatzedeyan bigihîjinin xanîyên wan yên nû û ewê bajarên herêma erdhejê ji berê geştir bikin.
Jêder: Twitter, AKP