Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Li Stenbolê Dengê xwe Dide


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê dengê xwe di hilbijartinan de da û got Tirkiyê “şoreşeka demokrasiyê” dijî.

Hilbijartinên îro Yekşemê wê veguhestina bo sîsema nû ya serokatiya Tirkiyê temam bikin. Her kesê di hilbijarinên serokatiyê de serkeve, wê bi desthilatên berferhtir serokatiya welêt bike.

Piştî dengdanê Erdogan got:

“Bi sîstema serokatiyê re, Tirkiyê asteka bilind danî ji bo hewlên gihîştina şaristaniya serdem.”

Erdogan got diyare beşdarbûna di hilbijartinan de berbiçave û 50 ji sedî ji xelkê dengên xwe dane.

Berpirsên komisyona hilbijartina hîn çi jimarên fermî ranegihandine.

XS
SM
MD
LG