Serokomarê Tirkîyê û berbijarê Hevpeymanîya Netew Recep Tayyîp Erdogan îro got ku wan bajarê Wan ji terorê rizgar kiriye.
“Me Wan ji rêxistina terorê rizgar kir. Êdî ewê nikaribe zarar bide we. Ji niha pê ve navê Gabar wê bi terorê neyê gotin û ew herêm wê bi petrola xwe di bîra mirovan de be û emê petrola wê derê bi rêkûpekî bidin gelê xwe.”
Erdogan got ku di êvara 14'ê Gulanê de ewê bi hevre bikenin. “Tevî ku berdewamîyên wan yên sîyasî bi daxwaza wan rojên tarî û xwîndarî dijîn, ew tişt êdî bi dawî hat. We dît ne wisa ku ew çawa bi salan e siberoja we û ya zarokên we tarî dikin û wek alava sîyasetê dixebitînin? Hun êşa dayikên Dîyarbekirê dibînin ne wisa? Kê ew zarok revandin Qandîlê?”
Erdogan bi berdewamî got ku wan piştî erdheja Wanêm bajar jinûve ava kir. “Bay bay Kemal çi soz da? Divê em ji CHP'ê bipirsin ku bona Wanê çi kiriye? Divê hun ji CHP û HDP'ê re pirs bikin ku we ji me re çi anî?
Erdogan îdia kir ku 85 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê di bin desthilata wî de serdema herî ewle, herî aram û herî rehet jîyane, lê hin kes dixwaze Tirkîyê vegerîne rojên berê yên reş û tarî.
"Ku em di 14'ê Gulanê de hem xwedî li xewna xwe ya Sedsala Tirkîyê dernekevin, ew zihnêyet wê mîna ewrên reş esmanê me tarî bike."