Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jibo serdanake fermî hate Amerîka û derengîya şeva Sêşemê giheşte Firîngeha Bingeha Esmanî ya Andrews ya paytaxt Washigtonê.
Di şandeya ligel birêz Erdogan de xencî hevjîna wî Emîne Erdogan, Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu, Wezîrê Aborî Zafer Çaglayan, Wezîrê Enerjî Taner Yildiz û Wezîrê Yekîtîya Ewropa û Danûstandêrê Serekî Egemen Bagiş jî cîh digirin.
Li ber e Serokwezîrê Erdogan roja Pêncşemê bi Serok Barack Obama re kom bibe û do serî de kêşeya Sûrîyê û jimareke mijarên din yên herêmî û cîhanî bêne gotûbêj kirin.
Di vê serdanê de ku gelek karsazên Tirk jî hatin Washingtonê, baştirkirina peywendîyên bazirganî ya navbera Amerîka û Tirkîyê jî di rojeva hevdîtinan de cîh digire.
Piştî peqînên roja Şemîyê li bajarokê Reyhanli ya nêzîkî sînora Sûrîyê, dibe ku Erdogan daxwazê li Washington bike ku helwêsta xwe hemberî rejîma Beşar El Esed tundtir bike.
Di bîra giştî ya Tirkêyê de bendewarîyek heye ku rêzdar Erdogan ji Serok Obama daxwaza danana herêma bêfirîn li Sûrîye bike.