Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Dewleta Kurdan, Komara Tirkîyê Ye


Serokomarê Tirkîyê û namzedê AKP’ê yê serokomarîyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçova kampeyna hilbijartinê de roja Yekşemê li Amedê bû.

Erdogan di axaftina xwe de got ku bila ti kes jibo Kurdan li dewletekê negere, dewleta Kurdan, Komara Tirkîyê ye.

“Em dibêjin Kurd hene, lê pirsgirêka Kurd tuneye.”

Erdogan rexneyên tund li namzedê HDP’ê, Selahattîn Demîrtaş kir û ew tawanbar kir.

"Xwîna 53 Kurdan di destê Demîrtaş de ye. Divê Kurd bi hilbijartinê hesaba 53 kesan ji Demîrtaş bipirse. Em ava dikin, lê HDP xira dike."

Erdogan, berbijarê CHP’ê Muharem Înce jî kir armanc ku gotibû ewê di cejnê de serdama malbata Demîrtaş bike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:55 0:00

XS
SM
MD
LG