Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Amerîka Êdî Ne Navbeynkar E


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di civîna Sazîya Hevkarîya Îslamî de, ku li Stenbolê li dar dikeve, dijî Amerîka û Îsraîlê rexneyên tund kirin.

Erdogan dîyar kir ku Amerîka bi biryara Orşelîmê ji navbeynkarîyê derketîye.

‘’Bi biryara Orşelîmê, Amerîka û Îsraîlê dijî hemî mirovahîyê derîyên gefan vekirine. Kêşeyên din yên li herêma me, bi me Fîlîstînê ji bîr kirin nadin’’ Erdogan got.

Erdogan bang li civaka navneteweyî kir ku navbeynkarîyê bike û Orşelîmê wek paytaxta Fîlîstînê nas bike.

XS
SM
MD
LG