Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Amerîka bo Minbicê li Ser Soza Xwe Nesekinî


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li New Yorkê, berî serdana Berlîn ya paytaxta Almanya bike, pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Erdogan ji rojnamevanan re da zanîn ku lihevkirina Enqere û Washingtonê ya ser Minbic ya Sûrîyê wek ku ew dixwazin nameşe.

‘’Amerîka, li Minbicê bi ti awayî li gor nexşerêya hatibû dîyar kirin tevnegerîya. PYD/YPG ji wê herêmê derneketin û xwedîyên pêşî yên wê herêmê hîn li wir bi cîh nebûne’’ Erdogan got.

Erdogan da zanîn ku Amerîka li ser soza xwe nesekinîye û tiştên wan dixwestî di 90 roj yên ku wan dîyarkirî de pêk nehatiye.

Li ser pirsa ‘’Hûn dê li rojhilata Çemê Firatê ti operasyonan tevî Rûsya çêkin yan na?’’, Erdogan da zanîn ku hîn tiştekî zelal bûyî tune lê ew tevdîrên xwe digerînin.

XS
SM
MD
LG