Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Amerîka Çekan Dide Terorîstên li Sûrîyê


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku heta ku li Sûrîyê hilbijartin pêk tê leşkerên Tirk dê ji wir venekişin.

Erdogan, di TRT World Forumê de, ku li Stenbolê li dar ket, da zanîn ku Amerîka ji rêxistinên terorî yên li Sûrîyê re çek şandine.

‘’Li Sûrîyê 19,000 maşîne, çek û amûr û amrazên din ji rêxistinên terorî re tînin. Ji alîyê kê ve? Ji alîyê Amerîka ve’’ got Erdogan.

Erdogan bi berdewamî da zanîn ku gava gelê Sûrîyê di hilbijartinê de daxwaza xwe dîyar kir ku ewê Sûrîyê bidin xwedîyên wan û ji wir dekevin.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Velîd El-Muallîm roja Sêşemê dabû zanîn ku divê di siberojê de peywendîyên bi Enqerê re baş bin û bo vê yekê jî divê Tirkîye berê leşkerên xwe ji Sûrîyê vekişîne.

XS
SM
MD
LG