Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de ser Sûrîyê axifî.
Erdogan dîyar kir ku rojhilata Firatê û Minbic di rojeva wan de ye û da zanîn ku ew li bendê ne ku Amerîka ‘’sozên xwe bîne cîhe’’
‘’Xêncî xebatên sîyasî û dîplomatîk em hazirîyên leşkerî didomînin. Ger Amerîka li ser soza xwe nesekine, emê bi xwe biryara xwe bidin’’ Erdogan got.
Wî bi berdewamî da zanîn ku ew bi Serokê Amerîka Donald Trump re ser van mijaran ‘’axaftinên baş’’ dike, lê di hevdîtinên karbidestên jêrîn de ew heman encamê bi dest naxin.
Serokê Tirkîyê dîyar kir ku ger ‘’terorîstên li Minbicê heta çend hefteyan neyên derxistin’’ ewê dema wan ya rawestînê bi dawî bibe.