Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bang li Amerîka Dike ku Çekên li Sûrîyê Bide Tirkîyê


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê plana Amerîka ya ser vekişîna ji Sûrîyê axifî.

Erdogan da zanîn ku ew peyvajoya vekişînê ji nêz ve dişopînin û li ser çekên Amerîka yên li Sûrîyê jî peyivî.

‘’Amerîka ger dê çekên xwe bi xwe re bibe dikare bibe, lê ger dê wan nebe bila bide me. Pêwîst emê bazara xwe jî bikin, bila wan çekan nede terorîstan’’ Erdogan got.

Wî li ser herêma ewle ya ku çaverê ye li bakurê Sûrîyê çêbe got ku ew bi ti awayî naxwazin ku xêncî Tirkîyê dewletek wê derê kontrol bike.

Serokê Amerîka Donald Trump di Berfanbarê de gotibû ku ewê leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişînin.

Li Sûrîyê bi qasî 2000 leşkerên Amerîka hene û di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de piştgirîyê didin Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)

XS
SM
MD
LG