Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Danûstandinên Tirkîyê û Amerîka yên Ser F-16'an Baş Derbaz Dibin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê ragihand ku danûstandinên bi Amerîka yên ser nûjenkirina firokên şer yên F-16'an baş derbaz dibin.

Têkilîyên di navbera Enqere û Washingtonê de, di salên dawî de jiber mijarên wek kirîna mûşekên S-400 yên Rûsî ji hêla Tirkîyê ve, ya ku bû sedema toleyên Amerîka yê, aloz bûne.

Medyaya Tirk ragihand ku Erdogan ev daxuyanîya di firîna xwe ya di dema vegera xwe ya ji serdana Afrîkayê de, daye.

Herwiha, Erdogan da zanîn ku krîza di navbera Ukrayna û Rûsyayê de pêwîstîya kirîna S-400'an nîşan daye, jiber rîskên ewlehiyê yên li herêmê yên hene.

Tirkîyê xwestibû zêdeyî 100 firokên F-35 yên Amerîkayê bikire, lê Washingtonê piştî ku Enqereyê mûşekên S-400 kirî, ew ji bernameyê derxistibû.

Tirkîyê ev biryara Amerîka wek neheqî bi nav kir û vegerandina 1.4 mîlyar dolarên xwe ku bo firokên F-35 pêş de dabû, daxwaz dike.

Erdogan got ku divê ew 1.4 mîlyar dolarên wan bo fînanskirina hin daxwaza Tirkîyê ya bo kirîna 40 F-16 û nêzî 80 alavên nûjenkirinê were bikaranîn.

Serokê Amerîka Joe Biden got ku daxwaza F-16 ya Tirkîyê divê di pêvajoyeke de derbaz bibe.

XS
SM
MD
LG