Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Vekişîna Leşkerên Amerîkî Destpê Kir


Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pirsên rojnamevanan yên ser operasyona dijî bakurê Sûrîyê bersîvandin.

Erdogan da zanîn ku piştî ew bi Serokê Amerîka Donald Trump re axifîye, vekişîna leşkerên Amerîkî destpê kiriye.

‘’Ew ne tiştekî nû ye. Trump ferman dabû û xwestibû ku leşker vekişin. Ew hinekî bi derengî pêk hat.’’ Erdogan got.

Wî da zanîn ku ew gefên dijî axa qebûl nakin û bi bîr xist ku wan berê jî gotiye ku ew dikarin ‘’şevekê ji nişke ve werin’’

Qesira Sipî piştî axaftina Trump û Erdogan dîyar kiribû ku ewê Amerîka bo operasyona dijî bakurê Sûrîyê ti piştgirîyê nede Tirkîyê.

Enqere, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, dijî axa xwe wek gef dibîne, lê Washington wan hêzan di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek ''aktorên girîng'' qebûl dike.

XS
SM
MD
LG