Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Rewşa Awarte Çareserîyeke Cidî Ye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de dîyar kir ku Rewşa Awarte (OHAL) ''çareserîyeke cidî ye''

Erdogan da zanîn ku berê di demên Rewşa Awarte de karkeran grevên xwebirçîkirinê li dar xistin, lê niha wisa nabe.

‘’Tevî Rewşa Awarte ya heftan jî ma li ti sazîyan greva xwebirçîkirinê li dar ketîye? Gava grev hebe, em tavilê bi rêkên Rewşa Awarte mudaxale dikin. Rewşa Awarte çareserîyeke cidî ye, li Tirkîyê sanayî ranewestîyaye’’ Erdogan got.

Erdogan ser hilbijartinê jî dîyar kir ku dijî wî ‘’tifaqe dijmane’’ tê çêkirin û hin kes li dora rikeberîya sereke kom dibin.

Erdogan bang li Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) kir ku bo hilbijartina serokomarîyê bibe berendam û derkeve pêşberî wî.

XS
SM
MD
LG