Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dixwaze 10 Balyoz Dersînor Bike, Opozîsyon Piştgirî Nade Wî


Deh balyozên li Enqerê jibo Osman Kavala banga berdanê kiribûn. Li ser vê bangwazîyê jî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ev deh balyoz “kesên nexwestî” îlan kir.

Balyozê Amerîkayê jî tê de, Almanya, Damîmarka, Fînlandîya, Fransa, Hollanda, Swêd, Kanada, Norveç û New Zealand ser doza darizandina Kavala daxuyanî dabûn û yekser daxwaz berdana Kavala kiribûn.

Li ser vê daxuyanîyê, Erdogan jî ev deh balyoz kesên nexwestî îlan kir.

“Min talîmatên pêdivî dan Wezîrê Karê Der. Çi pêwîst e mi ji wî re got. Emê wan 10 balyozan di demeke herî kin de kesên bêkêr îlan bikin û emê vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Piştî daxuyanîyê Erdogan, “kesên nexwestî” hem di nav medya Tirkîyê de û hem jî di nav opozîsyonê de bû sedama gotûbêjan. Li ser daxuyanîya Erdogan Cigirê Serokê Giştî yê AKP’ê Nûman Kûrtûlûş ragihand ku hê ewan biryareke vebir nedaye û nêrînê xwe wiha dîyar kir:

“Dewleta Komara Tirkîyê gava biryareke bide li ser hur û kur disekine û gavên xwe di vî warî de davê je. Hê di vî warî de biryareke vebir nehatîye girtin.”

Li Tirkîyê pirsa sereke heke ev deh balyoz wek kesên bêkêr werin îlankirin û ji Tirkîyê bên derxistin wê bandoreke çawa li ser Tirkîyê ve de? Di vî warî de hem gelê Tirkîyê û hem jî pisporên sîyasî û dîplomatîk di nav fikaran de ne.

Heman fikaran opozîsyona Tirkîyê jî radigihîne. Di vî warî de Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener, hem biryara deh balyozan û hem jî yên ku Tirkîye anîye vê astê Erdogan rexne kir.

Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu jî li ser vê encamê rawestîya û wiha got:

“Em qet destekarîyeke ji der ve ya ser Tirkîyê rast nabînin. Lê em rêvebirîya ku ji van destekarîyan re rê vedike jî naxwazin. Tirkîyê peymana Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrupayê ji xwe îmza kiriye û dive wê bi cîh bîne.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî li ser daxuyanîya Erdogan ya kesên bêkêr rawestîya û ev yek wek ji bîrkirina qeyrana aborîyê bi nav kir.

Sancar ragihand ku Tirkîye mecbûre ku biryara Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrupayê bi cîh bike.

ED_25_10_2021_Balyoz_Enqere
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG