Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Bolton PKK û YPG Kî Ne, Nas Nake


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser axaftina Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton ya derbarê berevanîya Kurdên Sûrîyê got ku ‘’nayê qebûl kirin’’

Erdogan dîyar kir ku Bolton Yekîneyên Parstina Gel (YPG) û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kî ne, nas nake.

‘’PKK û YPG, ti carî nikarin bibin nûnerên birayên min yên Kurd. Ma we bo terorê tarîfeke nû çêkiriye? Bolton şaşîyeke pir mezin kiriye’’ Erdogan got.

Erdogan da zanîn ku wan piranîya hazirîyên xwe bi dawî kirine û di demeke nêz de ew dê dest bi tevgera xwe bikin.

Bolton roja Yekşemê li Îsraîlê gotibû ku yek ji şertên wan yên derketina ji Sûrîyê, parastina Kurdan e û roja Duşemê ber bi êvarê bi şandeyeke payabilind re derbazî Tirkîyê bûbû.

Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku YPG pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike, lê Tirkîye wan wek rêxistinên terorîst dibîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo do Duşemê ji medya Amerîkî re gotibû ku Erdogan ser berevanîya hêzên Kurdên Sûrîyê garantî daye Serok Trump.

Trump di 19'ê Berfanbarê de dîyar kiribû ku ewê hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişîne.

XS
SM
MD
LG