Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Cezayîrê Rexnekirina Îsraîlê Didomînin


Serokên Tirkîyê û Cezayîrê îro Sêşemê Îsraîl jiber şerê li Gaza bi rengekî pir tund rexne kirin û bo serketina danûstandinên bo azadkirina dîlên di destê Hamasê û girtîyên Filîstînî hêvîyên xwe dîyar kirin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û hevtayê wî bi yê Cezayîrî Abdûlmecîd Tebboune piştî hevdîtina nêzî 2 saetan li Qesira Seroktîyê ya Cezayîrê li preskonferanseke hevpar de axifîn.

Erdogan, ku hikûmeta wî peywendîyên xwe bi karbidestên Hamasê re didomîne, got ku wezîrê derve û serokê îstixbarata Tirkîyê bo encamên êrenî bi karbidestên Qatarî re dixebitin.

"Em di gotûbêjên berdewam de ne û bendewarîya me ew e ku encameke erênî bi dest bixin," wî got.

Tebboune jî got ku wek hêzên herêmî ew û Erdogan wê hewlên xwe bidomînin, bo rawestandina trajedîya mirovahî ya jiber tawanên ku li Gazayê ji hêla desthilatîya siyonîst ve têne kirin.

Serokê Cezayîrî herwiha bangên xwe yên bo darizandina Îsraîlê li Dadgeha Tawanên Şer ya Navneteweyî dubare kir.

" Însiyatîfeke lezgîn divê şermezarkirina tawanên Îsraîlê û rawestandina berfirehkirina dagirkerîya li Kenara Rojava hevra pêk bînê."
Erdogan jî got ku li Gaza kiryarên Îsraîlê veguherîne cezayên komî û tawanên şer.
Serokê Tirk herwiha da zanîn ku di navbera Tirkîyê û Cezayîrê de, wan re di warên cuda de 13 peyman îmza kirine ku wê têkilîyên dualî xurttir bikin.

"Me 13 îmza kir. Ji bazirganîyê heta enerjîyê, ji jîngehê heta çandinîyê di hemû warên têkilîyan me de, gavên zêde bavêjin,"wî got.

Tebboune jî bal kişand ser têkilîyên bazirganîyê yên her du welatan û jiber peymanan kêfxweşîya xwe anî ziman.

"Em û birayên xwe yên Tirk bi vî awayî li Afrîkaqa bûn şirîkê herî mezin ya duyê," wî got.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG