Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK: Erdogan Ser Axaftina Demîrtaş Ti Dîrektîf Neda Me


Serokê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) yê Tirkîyê Sadî Guven dîyar kir ku serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan, ser axaftina propagandayê ya Selahattîn Demîrtaş, ku berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ye, ti dîrektîf negirtiye.

HDP’ê do Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku Erdogan talîmat daye YSK’ê ku axaftina propagandayê ya Demîrtaş di girtîgehê de bigire.

Guven da zanîn ku parêzerên Demîrtaş xwestîye ku axaftina wî di girtîgehê de were girtin û wan tîma TRT’ê, ku kanala fermî ya dewletê ye, şandîye wir.

Demîrtaş, ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye û kempeyna hilbijartinê bi rêka parêzerên xwe ji ser hesabên xwe yên medya civakî dimeşîne.

XS
SM
MD
LG