Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Bi 13-14 Hezar Dengên Zêde Kes Nikare Xwe Serketî Ragihîne


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, îro Duşemê berî serdana Rûsya bike li Firîngeha Ataturk pirsên rojnamevanan bersivandin.

Erdogan ser encamên hilbijartinên herêmî yên Stenbolê dîyar kir ku ‘’bi awayekî rêxistinî hin sextekarî hatine kirin’’

‘’Ne tenê li hi cihan, hema bêje li temamê wê derê sextekarî çêbûye. Jiber wê serlêdaneke wisa çêdibe. Peyvajoya hilbijartinê bi dawî bû, niha qonaxa darizandinê ye’’ Erdogan got.

Wî da zanîn ku 330,000 dengên nehatine pejirandin hene û ger ew neyên hejmartin jî tiştên din yên ew bikin hene.

Erdogan bi bîr xist ku di hilbijartinên borî de li Yalova û Agirî jî tiştên wisa qewimîne û got ku ‘’kes nikare bi 13-14 dengên zêde forsa biserketinê biavêje.’’

Li gor encamên nefermî, li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye lê Partîya Dad û Pêşveçûnê daxwaza pêdeçûne dike û dixwaze ku li temamê Stenbolê deng jinûve werin hejmartin.

XS
SM
MD
LG