Ajansa AFP radigihîne ku li Tirkîyê nêzîkî 2,000 kes hatin darizandin, bi sedema ku haqaret li Serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan kirine.
Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekir Bozdag got, ji Tebaxa 2014an vir ve, ku hîngê Erdogan rûnişt kursîya serokomarîyê, bi sedema biçûkxistina Erdogan, 1845 doz hatine vekirin.
Bozdag got, mafê kesekî tune ku haqaretan li serokomar bike.
“Hin çêr (dijûn) li serokomar dikin ku nikarim bînim ser zimanê xwe. Ew ne azadîya raman e, lê biçûkxistin û haqaret e, “Bozdag got.
Hêjayî gotinê ye, gelek rojnamevan û hemwelatîyên ji rezê ku nav wan de xwendekarên lîseyê jî hene, jiber dozen biçûkxistina Erdogan xwe di dadgehê de dîtine.