Lînkên eksesibilîtî

Erdogan: Îdlib Temam E, li Pêş Me Efrîn Heye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê dîyar kir ku operasyona Artêşa Tirk ya li Îdliba Sûrîyê ‘’bi awayekî berfireh bi dawî bûye, lê hîn mijara Efrînê jî sekinîye’’

Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de da zanîn ku ew li herêmê di rêyeke rast de dimeşin û di mijara Efrînê de jî ‘’dibe ku ew şevekê ji nişka ve lêxin’’

‘’Hemî rastî li holê ne. Em bi rastîyan diaxifin. Ji 3500 zêdetir TIR çek birin herêmê. Ew çek ma dijî DAIŞ’ê hatin xebitandin, em baş dizanin ew li kû hatin karanîn’’ Erdogan got.

Erdogan bi berdewamî da zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) zarokê Partîya Karkarên Kurdistan (PKK) e û Amerîka jiber ku bi wê yekîneyê re operasyona Reqa li dar xistiye rexne kir.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG