Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Jiber Gef Û Sizayan Tirkiye Dê Serî Netewîn E


Arşîv: Erdogan li bajarê Rize
Arşîv: Erdogan li bajarê Rize

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê da zanîn ku ji egera gefan û biryardana sizayan Tirkiye dê gavan paş da neavêj e.

Erdogan got, çûna wan ya di nava herêma derya naverast da mafekê wane û ev bûye sedema qeyrana ligel Yunanê.

Serokomarê Tirkiyê got "Em qet serê xwe li hember stemkariya li peravên kîşwerî natewînîn, em li hember zimanê gef û sizayan gav paşda na avêj in."

Navbera Tirkiyê û Yunanistanê aloz bûye piştî ku hefteya borî Tirkiyê keştiya " Oruc Reis" tevî keştiyek leşkerî hinartbûn herêma avî ya ku niha cihê nakokî û duberiyê ye, di nava herdu welatên cîran û endamên NATO yê da.

Erdogan roja Şemiyê di axiftineke xwe da ya li bajarê Rîzî yê bakurê rojhilatê welat ku ew bixwe xelkê wî bajarî ye, bal kişand ser krîza li derya naverast û got, em serê xwe jibo karên çetegerî û zimanê gef û sizyan natewînin.

Doh Înê wezîrên derve yên Yekitîya Ewrupa di video konferansekê da civiyan û dan zanîn ku liv û tevgera keştiyên deryayî yên Tirkiyê dê bibe sedema "zêdebûna metirsiyê û rûdana bûyerên metirsîdar".

Herwiha wezîrên Ewrupa di cîvê da gotbûn, alozbûna têkiliyan ligel Tirkiyê dê encamên nebaş yên stratejî yên demdirêj li ser hemû Yekîtiya Ewrupa heb in, heta ji derveyî rojhilatê derya spî ya naverast.

XS
SM
MD
LG