Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Tirkîye Dijî Endamtîya Fînlandîya û Swêd ya NATO Ye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê dîyar kir ku welatê wî ne wî ne xwedî ramaneke erenî ye ku Fînlandîya û Swêd beşdarî hevpeymanîya NATO'yê bibin.

"Em qewimandinên derbarê Swêd û Fînlandîya de bi baldarî dişopînin lê, em xwedî ramaneke erenî ne."

Erdogan ev daxuyanîya îro piştî nimêja Înê wek bersîva pirsên rojnamevanan yên ser mijarê ragihand.

"Hikûmetên berî me Yunanistan bi xeletî beşdarî NATO kiribûn û helwesta wê ya dijî Tirkîyê ye eşkere ye û ku NATO li pişt wê ye."

Erdogan bi berdewamî got kir ku wek Tirkîye ew naxwazin di vî warî de xeletîyeke duyê bikin.

Erdogan herwiha îdia kir ku welatên Skandinavî wek sitargehên rêxistinên terorê ne.

" PKK, DHKP-C li Fînlanda û Swêdê hêlînên xwe ne, li parlamentoyên wan de jî cîh digirin.Ne pêkan e ku em bi nêrînek erênî binêrin."

Serokê Fînlandî Sauli Niinistö û Serokwezîra Fînlandî Sanna Marin daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku "divê welatên wan bo endamtiya NATO'yê demûdest serlêdanê bikin".

Raporeke hikûmeta Swêdê ya ser hawîrdora ewlehîyê ya guherî ya ku welêt piştî dagirkirina Ukrayna ji hêla Rûsya rûbirû maye dinirxinîne; dibêje ku Moskow wê bertekek neyînî nîşan bide biryara Swêdê ya beşdarbûna NATO'yê û wê gelek tedbîrên berevajî bigire.

Ev rapora ser polîtîkaya ewlehîyê ya hikûmeta Swêdê, îro ji qanûndanerên Swêdî hat pêşkêş kirin, ya ku wê bo kabîneya serokwezîr Magdalena Andersson wekî bingehek were bikar anîn da ku Swêd beşdarî NATO'yê bibe yan na.

Tirkîye wek endameke NATO'yê dikare gavên bo qebûlkirina Fînlandiya û Swêd veto bike.

XS
SM
MD
LG