Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dijî Rojhilata Çemê Firatê Gefan Dixwe


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser operasyona dijî rojhilata Çemê Firatê yê Sûrîyê axifî.

Erdogan da zanîn ku ew ketine Efrîn, Cerablus û El Babê û niha jî dora rojhilatê Firatê ye.

"Me ew agahî da Rûsya û Amerîka jî. Ji wê hêlê dijî me êrşên tacîzkar çêdibin, nabe ku em li hember van bêdeng bimînin." Erdogan got.

Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike.

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey hefteya borî dabû zanîn ku ew bi ti awayî naxwazin ku dijî hevalbendên wan yên herêmî êrîş çêbin.

XS
SM
MD
LG