Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser girjîya ku di navbera Washington û Enqerê de jiber girtîbûna qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson çêbûye, axifî.
Erdogan dîyar kir ku ewê nehêlin ku ‘’zimanê gefxwarinê’’ dirêj bibe.
Serokê Amerîka Donald Trump û Cîgirê Serok Mike Pence dîyar kiribûn ku ger Brunson neyê berdan ewê dijî Tirkîyê toleyan ragihînin.
Erdogan, ser pirsa rojnamevanekî dîyar kir ku Tirkîye û Amerîka di NATO’yê de hevkarîya herî baş kiriye û nabe ku dijî Tirkîyê gef werin xwarin.
Erdogan da zanîn ku li Tirkîyê dijî pêkhateyên dînî ti kêşe tune ne û dîyar kir ku ewê bi ti awayî ‘’helwestên sîyonîst û evangelîst’’ nepejirînin.
Brunson ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye û bi piştgirîya Fetullah Gulen û PKK’ê tê tawanbar kirin.