Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Daxwaza Serxwebûnê Wê li Herêmê Bibe Sedema Pevçûnan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bang li rêvebirîya Herêma Kurdistanê kir ku dev ji biryara referandumê berde.

‘’Divê ji daxwazên wek serxwebûnê, ku dikare li herêmê kêşeyên nû û pevçûnan çeke, dûr were sekinandin. Em Rêvebirîya Kurd ya Herêmî ya Îraqê vedixwînin ku dev ji hewildana xwe berde’’

Erdogan dîyar kir ku ger rêvebirîya Herêma Kurdistanê helwesta Tirkîyê ya eşkere nebine ewê destkeftîyên xwe yên niha jî wenda bike.

‘’Ji dêvla gurkirina pevçûnan divê em li herêmê bo aramî, aştî, ewlekarî û îstiqrarê bixebitin’’ Erdogan got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG