Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bangên Opozîsyonê yên bo Hilbijartina Pêşdem Red Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê di derbarê daxwazên xurt yên bo hilbijartinên giştî yên pêşwext yên partîyên opozîsyonê axifî.

Erdogan dîyar kir ku hilbijartin wê di Hezîrana 2023'an da wek ku hatibû plankirin, were kirin.

" Çima ev opozîsyon ev qas xwe wêran dike? Ew dizanin ku nikarin pêşî li serketinên AKP û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) bigirin," Erdogan got.

Hevdem, Erdogan rexne kir ku opozîsyon hê jî tim û tim qala hilbijartinên pêşwext dikin. Lê, ewê heya Hezîrana 2023'an hilbijartina pêşwext çênabe.

"Ew nizanin di gel kê dimeşin. Demeke dirêj derbaz bû, êdî ev bû dîrok. Her 15 -20 mehan carekê mîna eşîrên destpêkî hilbijartinekî dixwazin. Em partîyekî siyasî ne ku pratîkên nûjen pêk tîne. Û cîhan niha wisa ye," Erdogan got.

Li gor Erdogan, AKP di nav demokrasîyên cîhanê de, di serê rêza mînakên awarte de cîh digire, ya ku karibûye ew qas demeke dirêj ser desthilatdarîyê bimîne.

Erdogan hêvîya xwe ya ku "AKP di hilbijartinên 2023'an de bi ser bikeve û di vî warî de rekoreke din bişkîne, " anî ziman.

Li gor Erdogan "Ti geşedanên ku di 8 salên borî de li Tirkîyê rû dane, ser bingeha mijarên sîyasî, civakî û aborî yên ku di pêyvajoyên xwezayî de derneketine."

Wî bo geşedanên ji 2013' an vir da wiha got: "Li pişt van hemûyan xeyaleke, senaryoyeke, kêmîneke heye."

" Rastlîya ku yên vê pêvajoyê bi rêve dibin bi saya alîkarîya Xwedê û pêşbînîya gelê me nikarin bi ser bikevin, lê nayê wê wateyê ku wan dev ji vê pêvajoyê berdaye," Erdogan got.



XS
SM
MD
LG