Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di bernameyek li İstembolê axivî û jibo pêleke nû ya penaberan hişyariyek da. Wî da zanîn ji îdlîbê 80 hezar Surî ber bi sînorê Tirkiyê ve tên.
"Tirkiye nikare bi serêxwe barê pêleke nû ya penaberan hilgire" got Erdogan.
Erdogan krîza 2015'an ya penaberan bibîr xist û got "Ger pêleke nû ya penaberan destpêbike, Yûnanîstan û hemî dewletê Ewrupa dê di bandora wê de bîmîne."
Serokê Tirkiye, mijara 'Bajarên bi Ewle' yên jibo bakûrê Surîye careke din anî rojevê.
"Eşkereye ku bi meblaxên biçûk pirsgirêkên penaberan çareser nabe" got Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.