Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya jinûve danana toleyên dijî Îranê rexne kir.
Erdogan got ku ew dijî qanûnên navnetewî ne û armanca wê jî têkbirina balansa cîhanî ye.
"Em toleyên dijî Îranê rast nabînin jiber ku li gor nêrîna me, armanca wan têkbirina balansa cîhanî ye. Ew tole dijî dîplomasî û qanûnên navnetewî ne. Em naxwazin li cîhaneke emperyal bijîn.”
Do jî wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu gotibû ku cezayên dijî Îranê xeter in.
Rêvebirîya Trump, di vê mehê de dijî Îranê toleyên gera duyê ragihandibûn ku sektora enerjî û sîstema darayî dike ya ew ceza roja Duşemê ketibûn jîyanê.