Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku Amerîka divê Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî radestî wan bike.
Erdogan dîyar kir ku Wezareta Dadê dê kiryarên pêwîst bike û ji Amerîka radestkirina Kobanî bixwaze.
‘’Terorîstê bi navê Mazlum di lîsteya sor de ye. Divê Amerîka wî radestî me bike’’ Erdogan got.
Senatorên Amerîkî ji Wezareta Derve ya Amerîka xwestibûn ku karên vîza yên Mazlum Kobanî bi awayekî zûtir çareser bike.
Serok Donald Trump jî ji Twitterê spasîya Mazlum Kobanî kiribû.