Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Destûrnameya Şandina Leşkeran ji Lîbyayê re di 8'ê Rêbendanê de Tê Parlamana Tirkîyê 


Tirkîye di 27’ê Mijdarê de bi hikûmeta lihevkirina netewî ya Lîbyayê re Peymana Parastina Sînorên Behra Sipî îmza kiribû.

Peyman di 21’ê Berfanbarê de hat pêş parlamanê û partîyên opozîsyonê yên wek CHP, HDP, Îyî Partî li dijî wê derketin, ew bi dengên AKP û MHP hat qebûl kirin.

Peymana bi Lîbyayê re roja Pêşemê di Rojnameya Fermî ya dewletê de jî hat weşandin.

Bi wê peymanê Tirkîye dikare bi Lîbyayê re hevkarîya leşkerî, parvekirinên îstixbaratî, pêguhertina xwendekar û xebatkaran bike û herwiha piştgirîya lojîstîkê bide wî welatî.

Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan got ku ew rê nadin kesekî ku bêrêzî li mafên wan bikin.

"Li Behra Sipî em destdirêjîya mafê kesekî nakin. Armanca me ew e ku pêşî li destdirêjîya mafên xwe bigirin."

Erdogan da zanîn ku derstûrnameya şandina hêzên leşkerî ji Lîbyayê re wê di 8’ê Rêbendanê de were pêş parlamanê û dû re ewê hêzên xwe bişînin Lîbyayê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG