Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê ragihand ku wê li Hilcivîna NATO’yê ya li Madrîdê bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive.
Erdogan got ku wê Biden re "rawestandina" daxwaza Enqerê ya bo kirîna firokeyên şer yên nû F-16 ji alîyê Washingtonê ve gotûbêj bike.
Erdogan berîya ku ji bo Hilcivîna NATO’yê biçe Madrîdê got ku wî îro bi Biden re axifîye û Biden xwestiye ku îro Sêşemê yan jî sibe Çarşemê de bi wî re hevdîtinê bike.