Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementoya Tirkîyê Daxwaza Serokomar Ya Tevgera Leşkerî li Îraq Û Sûriyê Bo Du Salan Erê Dike


Mecilsa Tirkiyê
Mecilsa Tirkiyê

Li Tirkiyê “Teskereya Serokomarîyê” ya li Sûrîyê û Iraqê ku destûr dide tevgera leşkerî ya dervayî sînor 2 sal hate dirêjkirin.

Li parlementoyê di hilbijartinên derxistina tezkereyê de CHP û HDP’ê dengên “na” AKP, MHP û Partîya Baş jî dengên “belê” dan û teskere derbas bû.

Ev tezkere wek tezkereya telîs tê pênasekirin. Ji bo ku tê de him tezkereya Sûrîyê û him jî tezkereya Iraqê heye.

Tezkereyên berê heta niha di navbera 6 mehan û herî zêde saleke de dihate dirêjkirin. Lê ev tezkereya herî dawî 2 sal hate dirêjkirin.

Cîgirê Gruba CHP’ê Ozgur Ozer dirêjkirina vê tezkerê rexne kir û di dema guherandina Zagona Bingehîn de derxistina tezkereyê rast nedît. Ozer li ser dirîjîya 2 salan jî sekinî û ev yek jî wek îpotek kirina vîna meclîsê dîyar kir.

Cîgirê Gruba AKP’ê Mustafa Elîtaş rexne li CHP û HDP’ê kirin û angaşt kir ku yên alîkarî didin terorê dê nikaribin li parlementoyê jiyana xwe bidomînin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî dijî tezkerê derket û di gruba meclîsê de bangî partîyên sîyasî kir û got “Ji bo vê tezkerê nebêjîn belê”

Parlementerên HDP’ê jî li meclîsê di lijneya giştî de “Tezkere şer e”, “Tezkere xizanî ye”, “Tezkere hilweşandin e”, “Tezkere dagirkirina kedê ye” û “Tezkere kuştina jinan e” pankart vekirin û di meclîsê de ev yek protesto kirin.

Heta niha tezkereyên ku hatibûn derxistin CHP’ê dengê belê dabû. Lê cara yekeme ku CHP’ê dengê “na” da û nexwast ku ev tezkere darbas bibe.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu sedama dijderketina vê tezkerê di hesabê xwe yê Twitterê de wiha ragihand:

“Ez û Selvî Xan, em serfîrazin ku kurê me leşkerîya xwe wek neferekî kir. Lê yên ku leşkerîya kurên xwe bedel didin û naşînin leşkerîyê, dixwazin ku zarûyên miletê me têxin nav agir. Yê ku ev tezkereya ne cidî dixwazin derxînin em vê tezkerê napejirînin û dengê ‘Na!’ didin.”

Heta niha li Tirkiyê ji bo tevgerên leşkerî gelek tezkere hatin meclîsê û hima hima hemû tezkere jî di meclîsê de derbas bûn. Lê di dema qeyrana Iraqê de bes Tezkereya Serokwezîrîyê ya 1 Adarê 2003 di parlementoyê de derbas nebûbû. Ev yek jî di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de demeke dirêj bibû sedema nakokîyan.

Raporta Enqerê 27 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG