Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ewê bi Misir û Îsraîlê re jî Têkilîyan Baştir Bikin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Medyaya Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku Serokê welêt Recep Tayyîp Erdogan di balafira ku ji Turkmenistanê vedigerîya de, bi rojnamevanan re axifîye.

Erdogan ragihandiye ku Tirkîyê dê gavan bavêje ku têkilîyên xwe bi welatên hevrik yên wek Misir û Îsraîlê re baş bike,mîna yên di hefteyên dawî de bi Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) re.

Erdogan got ku ewê di warê peywendîyan de mizgînîya "serdemeke nû" bidin.

" Emê bi yên din re (Îsraîl û Misir) jî gavên wekhev yên bi Îmaratê re hat avêtin,bavêjin," Erdogan ser pirsekê got.

Prensê cîgir yê Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) Mihemed bîn Zayed Al Nahyan hefteya borî serdana Tirkîyê kiribû.

Enqere û Ebû Dabî, di dema serdanê de peymanên veberhênanên bi mîlyar dolaran îmza kirin.

"Wan (Îmarat) planeke veberhênanê ya bi 10 mîlyar dolaran pêşkeş kir. Bi anîna van 10 mîlyar dolaran, emê pêşerojek pir cûda ava bikin,"Erdogan got.

Hevdem, Erdogan ji rojnamevanan re dîyar kiriye ku ewê Sibata 2022'an de serdana Îmaratê bike.

Erdogan di destpêka vê mehê de, bi serokwezîrê Îsraîlî Naftali Bennett re peywendîyek telefonî pêk anîbû, piştî ku Tirkîyê jin û mêrekî girtî yên Îsraîlî azad kir.


XS
SM
MD
LG