Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ewê Peymana Montro bo Çereserîyê bi Kar Bînin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan- çalakîya bo UKrayna (Kolaj)
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan- çalakîya bo UKrayna (Kolaj)

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê piştî civîna kabîneya xwe ragihand ku ewê Peymana Montro (Montreux) jibo çareserîya krîza Ukrayna û Rûsyayê bi kar bînin.

Erdogan got ku Tirkîye li herema xwe û derdora xwe dixwaze ku aştî û aramî hebe.

“Peymana Montro ku di tengavan de derbazbûna keştîyan rêkûpêk dike û mafê ku dide welatê me, emê bo çareserîya vê krîzê bi kar bînin. Wek her gav me gotibû ku em dixwazin li hemberî serwerî, yekîtîya sîyasî û yekgirtîbûna axa Ukraynayê rêz were girtin.”

Erdogan di axaftina xwe de Ukrayna û Rûsya jibo xwe wek du welatên dost bi nav kir.

Wî da zanîn ku wan di warê pirsgirêka Derya Reş de jî gelek hewildan kirine.

Erdogan helwestên Ewrupa û Amerîka yên di krîza Ukrayna û Rûsya de rexne kir.

“Em êrîşên Rûsyayê yên ser axa Ukraynayê napejirînin. Em hewildan û têkoşîna gelê Ukraynayê jî girîng dibînin. Di navbera van her du dewletan de gava krîz destpê kir, me gîş helwestên Ewrupî û Amerîkî yên ne zelal dît.”

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar jî li ser Paymana Montroyê daxuyanîyek da û got ku pûçkirina Montroyê wê ji ti kesekê re feyde nede.

“Wek heta vê rojê, me xalên 19, 20, 21 yên Peymana Tengavên Montroyê çawa pêk anîbû emê dîsa wiha pêk bînin,” Akar got.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî gotibû ku heta niha daxwazeke ser derbazkirina keştîyan ji tengavan re ji wan re nehatiye ragihandin.

Peymana Montro ya 1936'an serwerîyê dide Tirkîyê ku di dema şer de derbazbûna keştîyên şer ji tengavên Bosfor (Bogaz) û Dardanel (Çanakkale) kontrol bike. Ev peyman Deryaya Reş bi avên din yên cîhanê re girê dide.

Hun dikarin bi lînka jêrîn tevahîya raportê guhdar bikin.

Erdogan Dibêje Wê Peymana Montro bo Çereserîyê Bikar Bînin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00
XS
SM
MD
LG