Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ew Dikarin Kêşeyên bi Amerîka re Çareser Bikin


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê di Hilcivîna NATO'yê ya li Brukselê, hevdîtineke kirin.

Pişti civîna her du serokan ya bi 48 daqîqayan, Tayyîp Erdogan hem ser Hilcivîna NATO'yê û hem jî di derbarê civ jîna bi Biden re, preskonferansek dar xist.

Erdogan ragihand ku jibo domandina parastina aramîya cîhanî hem jî berpirsîyên ku divê bigire ser milê xwe, zêde bûne.

"Ne dema ji berpirsîyê revên e, dem bicîhanîna berpirsîyan e. Ji Deryaya Sipî heta Deryaya Reş, ji Ewrupa bigire heya Asyayê, li her herema ku sîwana ewlehîyê ya ku ji hêla NATO'yê ve hatiye peyda kirin, pêdîvî ye ku hevalbendî roleke çalak bilîze. Endamên NATO'yê biryar da ku jibo xurtkirina NATO'yê ya di qada leşkerî de gavan bavêjin û pîvanên sîyasî ya rexistinê dîyar bikin.”

Erdogan, di derbarê operasyonên li derveyî sînorên Tirkîyê jî got ku bi saya operasyonên wan yên derveyî sînor, wan pirtir ji 8200 kîlometrê herem ji terorê paqij kiriye.

“Di Hilcivîna NATO'yê de, me hem di axaftina giştî ya fermî de û hem jî di civînên me yên dualî de, bi rengekî eşkere anî ziman ku divê piştgirîya ku ji PYD / PKK'ê re tê dayin, were bi dawî were."

Erdogan bi berdewamî got ku ew hêvîdar e ku tevahîya hevalbendên wan hesabên xwe yên sîyasî yên kûr bidin alîyekî û piştvanîyeke xurt bidin Tirkîyê.

"Mixabin, di majara terorê de helwestek nezelal ya dudilî heye ku ew nikare terorîzmê tune bike.”

Erdogan got ku wî û Serokê Amerîka Joe Biden li hevkarên hevkarên stratejîk rêkên rasterast yên dîyalogê û bi rengekî bi bandor û rêkûpêk bi kar bînin.

"Em bawer dikin ku di peywendîyên Tirkîyê û Amerîka de ti pirsgirêka mezin tuneye ku neyê çareser kirin, û qadên hevkarîya me ji pirsgirêkan berfirehtir û dewlemendtir in."

Erdogan da zanîn ku ger ji wan neyê xwestin ku em ji Afganistanê derkevin, di warên dîplomatîk, lojîstîkî û darayî de piştgirîya Amerîka pir girîng e.

XS
SM
MD
LG