Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji NY Pirtir Bandorbûnê Daxwaz Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New York diaxife, 20 Îlon, 2022.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New York diaxife, 20 Îlon, 2022.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku li welatekî ku bi nakokîyên herêmî dorpêçkirî ye desthilatdar e, do Sêşemê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New York gotareke pêşkeş kir.

Erdogan di gotara xwe de jiber buhabûna berhemên xwarinê û enerjîyê yên li seranserê cîhanê enflasyon sûcdar kir.

Wî behsa sedem û encamên siyasetên aborî yên hikûmeta xwe,nekir, li vê dema ku li Tirkîyê enflasyona fermî ji sedî 80 bilind bûye, ku aborîzan dibêjin ku enflasyona rastîn ji ya fermî duqat zêdetir e.

Lê Erdogan bêtir gotara xwe ya NY bikar anî da ku helwest û kiryarên Tirkîyê yên ser gelek mijaran dîyar û zelal bike; ji pevçûnên li Sûrîyê bigire heta yên li Ukraynayê diqewimin.

Wî di gotara xwe de rola Tirkîyê ya rasterast yan nerasterast, di gelek alozî, şer û pevçûnan de eşkere kir.

Erdogan got ku Tirkîye di pevçûnên li seranserê cîhanê de "hewl dide ku bibe beşek ji çareserîyê."

Wî ser vê bingehe berevanîya êrîşên rasterast li bakurê Sûrîyê yên dijî şervanên Kurd yên bi piştgirîya Amerîka kir, pêsnê dîplomasîya Tirkîyê ya li Ukrayna da û hebûna hêzên Tirk li Lîbya parast ku piştgirîya hikûmeta Trablusê dikin.

Erdogan bi berdewamî jiber alozîya bi Qibris û Yunanistanê rexneyên xwe anî ziman û wî herwiha ser krîza navbera Ermenistan û Azerbaycanê, ji Bakû re piştgirîya domdar ya Tirkîyê dîyar kir.

Têkildarî mijarên gelek germ û alozdar, Erdogan ser hewcedarîya aramîya li Îraqê, hilbijartinên dadmendî li Lîbya, ewlehîya xwarinê li Afrîka sekinî.

Serokê Tirk hevdem pêwîstîya dewletbûna Filistînê anî ziman û bo dewlete serbixwe ya Filistînê piştgirîya xwe dîyar kir.

Wî bahsa mafên misilmanên Rohîngya yên li Myanmarê û misilmanên Uygûr yên li Çînê jî axifî.

Erdogan pêwîstîya pirtir bandorbûna NY daxwaz kir.

"Hemû van felaketên ku bandorê li mîlyonan mirovan dikin nîşan didin ku NY divê bi bandortir be," Erdogan got.

Wî got ku pêdivî ye ku NY bêtir berfireh be û Civata Ewlekarîyê ya bi 5 endaman divê bêtir demokratîk û çalak be.

"Cîhan ji pêncan mezintir e," Erdogan got.

XS
SM
MD
LG