Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Washignton Mûşekên Patriot Nade Me


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku Amerîka heta niha piştgirîya nedaye hewilên Tirkîyê yên li Îdlibê.

Erdogan, ji vegera serêdana Azerbeycanê ji peyamhinêran re got ku ewê di demeke nêzîk de bi Serokê Amerîka Donald Trump re ser rewişa Îdlibê bipeyîve.

“Ji me re hate gotin ku niha di destê Washingtonê de sîstema berevanî ya Patriot tuneye ku bide Tirkîyê,” Erdogan got.

Wî dîyar kir ku di mijara pêşnîyara wî ya darxistina hilcivîneke bi rêberên Almanya, Rûsya û Fransa re hîn pêşketineke zelal tuneye.

Lê, Erdogan got ku îhtîmal e ewê di 5’ê Adarê de li Stenbolê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re derheqa rewişa Îdlibê hevdîtinekê pêk bîne.

XS
SM
MD
LG