Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Putin Hevbîr Bûn ku Genimên Rûsî Bêpere Bişînin Afrîqa


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin (Arşîv)
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin (Arşîv)

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Înê dîyar kir ku ew û hevtayê xwe Vladimir Putin hevbîr bûne ku genimên Rûsî, ku di çarçoveya peymana Behra Reş de têne şandin, bê pere biçe welatên xizan yên Afrîqa.

Erdogan di axaftina xwe ya li Stenbolê ji karsazan re got ku wî ji Putin re pêşnîyar kir ku bi belaşî genim bişînin welatên wekî Cîbutî, Somalî û Sudanê û wî jî ew yek qebûl kir.

Ev daxuyanîya Erdogan piştî wê yekê hat, ku Moskow piştî vekîşîna çar rojan, roja Çarşemê dîsa dest bi beşdarbûna xwe peymana danûdexil ya bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkîyê kir.

Putin, di destpêka vê hefteyê de gotibû ku ger Rûsya careke din ji peymanê vekişe jî, tevahîya genimê ku bo welatên herî xizan hatiye veqetandin, wê belaşî ji embarên xwe bişîne.

Rûsya û Ukrayna di firotina dexilan de li cîhanê di rêza pêş de ne, lê jiber şerê wan bi tonan genim û garis asê mabûn û vê yekê fikarên ser krîza berhemê xwarinê zêde kiribûn.

Bi navbeynkarîya Tirkîye û Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya û Ukrayna ser derxistina dan û dexil di 22’yê Tîrmehê de li Stenbolê peymanek îmza kiribû.

XS
SM
MD
LG