Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Me ji Rûsya Sîstema Berevanî ya S-400 Sitand


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku wan ji Rûsya sîstema berevanîya esmên ya S-400 sitandîye.

Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de da zanîn ku peymana ser S-400 hatiye îmza kirin û ewê di meha pêş de sîstema berevanîyê ji Rûsya wergirin.

‘’Ez nabêjim ‘Tirkîyê dê vê sîstemê bistîne’, Tirkîyê ew sîstem sitandîye’’ Erdogan got.

Erdogan di komcivînê de Amerîka rexne kir.

Wî da zanîn ku ewê di Hilcivîna G-20 ya li Japonya de bi Serokê Amerîka Donald Trump re bicive û bi wî re ser F-35 biaxife.

Erdogan dîyar kir ku wan heta niha bo bernameya F-35 1 mîlyar û 250 mîlyon dolar daye û da zanîn ku ewê di hemî platforman de bipirsin ku ka ew çima ji bernameya F-35 hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG