Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku biryara Rûsyayê ya naskirina du herêmên cudaxwaz yên li rojhilata Ukraynayê nayê qebûl kirin.
Erdogan îro di dema serdana xwe ya sê welatên Afrîkayê de ji rojnamevanên Tirk re axifî.
Wî got ku biryara Rûsyayê binpêkirina eşkere ya yekîtîya sîyasî, serwerî û yekîtîya axa Ukraynayê ye.
Erdogan xwest ku hemî alî rêz qanûnên navneteweyî bigirin.
"Em banga xwe ji alîyan re dubare dikin ku rêzê li aqil û hiqûqa navneteweyî bigirin," Erdogan got.